Selen Valente Rasquinho
17 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2024
Wezîrên parastinê yên welatên NATOyê li Brukselê civiyan û di rojeva wan da zêdekirina parastin û poşmankirinê ya Tifaqê, piştgiriya ji bo Ukraynayê, xurtkirina Asya-Pasifîk û Yekîtiya Ewropayê (YE) û şirîkan heye.
Wezîrên parastinê yên tifaqdaran li biryargeha NATOyê ya li Brukselê civiyan. Wezîr cara ewil bi serokatiya Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte civiyan.
Di civînê da Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler Tirkiyeyê temsîl dike.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte li ser pirsekê destnîşan kir ku rewşa li Rojhilata Navîn wê rasterast di rojeva wan da cih negire û wiha got:
"Bi rastî bi min em hemû ji ber tiştên ku li Rojhilata Navîn, Xeze, Îsraîl û Libnanê diqewimin, pir bi fikar in. Vê gavê Îsraîl li dijî Îran û wekîlên wê li gelek eniyan şer dike. Gelek kes tên kuştin û êş û jana ku meriv dikişînin, me hemûyan xemgîn dike. Di hevdîtinên ku min bi mitefîqên xwe ra kirin da ez dizanim ku ew bi saetan xebitîn ku ev krîz çareser bibe."