2016 ж. 05 сәуір•Rojanekirin: 2016 ж. 06 сәуір
MÛSIL
Hat ragihandin ku artêşa Iraqê, gundê Nasira ser navçeya Mexmûra girêdayî Mûsilê ku ji aliyê stratejîk va girîng e xist bin kontrola xwe û ber bi bajaroka Geyarayê va diçe.
Fîras Beşar Sebriyê Berdevkê Çapemeniyê yê "Fermandariya Hevpar a Nînovayê" ya li Mexmûrê ji nûçegihanê AAyê ra wiha daxuyand: "Nasira gundê di destê DAEŞê da bi operasyonê hat rizgarkirin. Herwiha di operasyonê da gelek milîtan jî hatin kuştin. Pêşvaçûna hêzên artêşê dewam dike."
Sebrî destnîşan kir ku di şerê li vir da ji artêşa Iraqê kes nemir, operasyon berdewam dike, di operasyonê da gelek milîtan hatin kuştin.
Sebrî wiha dewam kir: "Milîtanan ji bo pêşiya hêzên me bigrin, bi wesayitên bombe barkirî êrîşê mewziyên me kirin. Herwiha li gundên ku jê vedikişin jî mayinan binerd dikin."
Di 24ê adarê da, artêşa Iraqê ragihandibû ku ji bo xilaskirina Mûsila di kontrola DAEŞa rêxistina terorê da, ji Mexmûrê operasyon dan destpêkirin.