Nihat Kavşut
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2017
BOGOTA
Li Kolombiyayê 320 milîtanên Hêzên Çekdar ên Şoreşger yên Kolombiyayê (FARC) ji qanûna efûyê îstifade kirin û hatin berdan.
Li gor nûçeyên di çapemeniya herêmî da derketin Rodrigo Grandayê ji pêşengên FARCê destnîşan kir 320 milîtan ji ber peymana aştiyê ya di navbera rêxistin û hikûmetê da ji qanûna efûyê îstifade kirin û hatin berdan.
Granda destnîşan kir gelek milîtanên FARCê jî li hêviya efûyê ne.
Dadgeha Destûra Bingehîn a Kolombiyayê meha gulanê ji bo efûkirina endamên rêxistinê zû pêk were hin bendên pêşnûmaya kongreyê betal kiribû.
Jesus Santrichê ji pêşengên FARCê ji bo hemû milîtan bikevin ber qanûna efûyê hefteyek berê dest bi greva birçîbûnê kiribûn û qederê hezar û 500 milîtanên di girtîgehan da jî tevlî grevê bûbûn.
FARCê piştî şerê bi salan dewam kir 27ê hezîranê çeka xwe ya dawîn bi merasimekê teslimî Neteweyên Yekbûyî (NY) kiribû. Merasim li kampa La Guajirayê ya li dorbera Mesetasê hatibû kirin û Juan Manuel Santosê Serokê Dewletê, Jean Arnaultê Şefê Misyona Kolombiyayê ya NYê û Rodrigo Lonodonoyê pêşengê rêxistinê tevlî merasimê bûbûn.
Rêkeftina aştiyê ya yekemîn a ku di 2yê Cotmeha 2016an da di navbera hikûmet û FARCê da hatibû îmzekirin, di referanduma ku qedera 13 milyon kolombiyayî çûbûn ser sandoqê da ji sedî 50,24 dengê "Na" derketibû.
Herdu alî paşê li Havanaya paytexta Kubayê li ser maseyê rûniştibûn û di 12ê Mijdara 2016an da li ser rêkeftineke nû li hev kiribûn û herwiha Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos û Serokê FARCê Rodrigo Londono di 24ê Mijdara 2016an da ev rêkeftina nû îmze kiribûn.
Li Kolombiyayê ku welatekî Amerîkaya Latîn e û nifûsa wê ji 48 milyonî zêdetir e, zêdetirî 50 salan şerê navweyî dewam kiribû û herwiha di şerê navxweyî da nêzîkî 260 hezar însanî jiyana xwe ji dest da, 6 milyonî zêdetir însan jî bûn koçber.