Nihat Kavşut
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
RIYAD
Cubeyr piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Sigmar Gabriel ra daxuyaniya çapemeniyê da û destnîşan kir li ser qeyran û meseleya di navbera dewletên Kendavê da hevdîtin kirine.
Adil el-Cubeyr destnîşan kir bi Gabriel ra li ser pêşîlibergirtina fînansekirina terorê, sûcên nefretê û radîkalîzmê axivîne û wiha got: "Armanca biryarên li dijî Qeterê ew e bi Qeterê ra têkilî û pêwendiyên baş bên meşandin û polîtîkayên Qeterê yên ji bo dinya û herêmê talûke ne biguherînin."
Cubeyr destnîşan kir wê di demeke kurt da bersiva Qeterê ya ji bo lîsteya daxwazan a ji 13 xalan pêk tê teslîm hildin û wiha got: "Ji bo eşkerekirina helwesta dijî Qeterê wezîrên karên derva yên dewletên têkilî û pêwendiyên xwe yên bi Qeterê ra birîn wê bicivin û li ser bersiva Qeterê bi hesasî bixebitin. Ji bo çareserkirina meseleyê em hêvî dikin Qeter bersiveke erênî bide.
Gabrielê Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê jî destnîşan kir ji bo çareserkirina meseleyê û avakirina yekîtiya dewletên Kendavê piştgiriyê didin navbeynkariya Kuweytê û got hizûr û aramiya Kendavê ji bo îstiqrar û ewlehiya herêmê girîng e.
Gabriel diyar kir Almanya qîmetê dide yekîtiya Konseya Hevkariyê ya Kendavê û wiha got: "Ji xeynî Almanyayê em girîngiyê didin navbeynkariya Şêx Sebah el-Ehmed el-Cabir es-Sebahê Emîrê Kuweytê û hewldanên Rex Tillersonê Wezîrê Karên Derva yê Emrîkayê."
Erebistana Siûdî, Mîrîtiyên Yekbûyî yên Erebî, Yemen, Misir û Behreynê di 5ê Hezîranê da daxuyanî dabûn û destnîşan kiribûn ku hemû têkilî û pêwendiyên xwe yên diplomatîk yên bi Qeterê ra qut kirine. Qeter bi îdiaya ku piştgiriya terorê dike va hat sûcdarkirin û rêveberiya DYAyê jî li cem welatên Kendavê cih girt.
Welatên li hemberî Qeterê qada xwe ya esmanî ji Qeterê ra girtibûn û daxwaz kiribûn ku diplomatên Qeterê ji welatên wan derkevin. Peyra Giravên Maldîvê û hikûmeta Tobruqê ya Lîbyayê jî tevlî vê biryarê bûbûn.