26 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2016
KABUL
Li Uruzgana bajarê Efxanistanê milîtanên Talibanê 10 polêsên efxan kuştin,
Qaymeqamê navçeya Çînortoya girêdayî Uruzganê Faîz Mihemed daxuyand ku li taxa Torî Gariyê polêsekî ku eleqeya wî bi Talîbanê re heye, derman da 10 polêsên hevalên xwe. Piştî ku polês ketin xewê xeber da milîtanên Talibanê ku ew bên polêsan bikujin.
Mihemed got ku milîtanên Talibanê 10 polês kuştin, çek, muhîmat û wesayîtên polêsan hildan û çûn.
Talibanê daxuyand ku milîtanên wan polêsan kuştine.
Derbarê bûyerê de jêpirsîn hat destpêkirin.
Li Derawoda navçeya Uruzganê hefta borî dîsa 3 polêsan 9 polêsên hevalên xwe kuştibûn û ketibûn nav refên Talibanê.