25 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2016
HEWLÊR
Piraniya çek û techîzatên leşkerî yên ku di destê pêşmergeyan da ne, di çarçoveya têkoşîna terorê da ji aliyê Almanyayê va hatin şandin.
DAEŞa rêxistina terorê piştî ku di 10ê hezîrana 2014an da Mûsil di serî da gelek herêm bi dest xistin, têkiliyên Almanyayê bi Hewlêrê ra zêdetir bûn. Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen di nav 18 mehan da sê caran, Wezîrê Karên Derva Frank-Walter Steinmeier jî du caran çû bajarê Hewlêrê û ji bo ku pêşmerge werin perwerdekirin û techîzatkirin biryardariya xwe teyît kirin.
Piştî ku DAEŞa rêxistina terorê di 2yê tebaxa 2014an da êrîşî herêma Kurdistanê kir, hikûmeta Almanyayê ji pêşmergeyan ra 4 hezar tivinga G3ê, milyonek fîşeng, 4 hezar demaçeyên P1ê, 500 hezar fîşeng, 20 tanksavarên milanê û 300 fuzeyên tanksavarê, 100 bazûka, 5 hezar bombeya destan, 50 wesaîtên leşkerî şandin.
Wezîra Parastinê ya Almanyayê Leyen herî dawî di 7ê rêbendanê da daxuyanî da û got ku wan biryar da hejmara leşkerên pispor ên li herêma Kurdistanê ji 100î derxin 150yî. Piştî vê biryarê welatê ku herî zêde ji pêşmergeyan ra pisporê eskerî şandin Almanya ye.
Wezareta Parastinê ya Almanyayê dîsa îsal li Hewlêrê ji bo perwerdekirina pêşmergeyan di 14ê rêbendana 2016an da hîmê baregeha leşkerî avêt. Ev baregeha leşkerî ya ku wê were avakirin, 3 milyon dolar mesrefa wê çêdibe û ji sê çaviyan pêk tê. Çek û wesaîtên ku Almanya dişînê wê li vê baregehê werin temîrkirin û perwerdeya leşkerî jî wê li vê derê were dayîn.
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan ya Herêma Kurdistana Iraqê Cabar Yaver daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Piştî ku êrîşên DAEŞa rêxistina terorê li ser herêma Kurdistanê zêde bûn, 12 welatên ku di bin banê hêzên koalîsyona ku pêşengtiya wan Amerîka dike, ji bo perwerdeya leşkerî bidin ji 2014an vir va li Hewlêrê feliyetan didomînin. Di nav van da welatê ku hem li Hewlêrê hem li welatê xwe pêşmergeyan perwerde dike, Almanya ye. Nêzî 150 pisporên eskerî yên vî welatî, pêşmergeyan perwerde dikin."
Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan Enver Haci Osman jî got ku piraniya çekên destê pêşmergeyan ji Almanyayê hatin û wiha dewam kir: "Di nav hêzên koalîsyona navneteweyî da herî zêde Almanyayê ji pêşmergeyan ra çek şandin û hê jî dişîne. Çekên ku Almanyayê şandin ji bo parastina kozik û eniyan pir bi tesîr in."