Türkan Tosun
05 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
KERKÛK
Li Hewîceya navçeya Kerkûka bajarê Iraqê 8 terorîstên DEAŞî yên ku êrişî qereqola polêsan kirin, hatin kuştin.
Qaymeqamê Hewîceyê Sebhan el-Cibûrî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand "8 milîtanên DEAŞî yên ku êrişî qereqoleke polêsan a li nêzîkî bajarokê Ebbasî ya li ser navçeya Hewîceyê kirin, hatin kuştin."
- Operasyon hat destpêkirin
Cibûrî got ji polêsan tu kes nehat kuştin an jî birîndar nebû.
Qaymeqam Cibûrî anî ziman piştî êrişê ji hêla Heşda Şebî, Polêsên Federal û Polêsên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê operasyonek hat destpêkirin ku bermayiyên DEAŞê yên veşartî bên berterefkirin.
Hêzên Iraqê di 5ê cotmeha 2017an de navçeya Hewîceyê û 4 bajarokên li ser wê ji DEAŞa rêxistina terorê xilas kiribûn