Muhammet Kurşun
16 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Encumena Asayişa Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku li Kerkûkê Heşda Şebiyê êrişî Peşmerge kir û 5 Hummerên aîdî wê hatin îmhakirin.
Encumena Asayişê li ser rûdawên bişev ên li başûrê Kerkûkê û Tûzxurmatûyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û agahî dan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Heşda Şebiyê bi çek û tankên Emrîkayê ji du aliyan ve êrişî Pêşmerge kir.
Hat destnîşankirin ku êriş li Tûzxurmatûyê û Pira Meryem Begê bûye û Pêşmerge ev hemle têkşikandine.
Herwiha di encama şer de hat ragihandin ku 5 Hummer û wesayitên eskerî yên Heşda Şebiyê hatine şewitandin.
Di daxuyaniyê de van agahiyan cih girt:
"Heşda Şebiya ku ji aliyê Îranê ve tê destekkirin, bi çek û tank û Hummerên Emrîkayê êrişî hêza Pêşmerge kir. Pêşmerge jî dê li berevaniya axa xwe berdewam be."