ÎSTANBUL - SAMET DOGAN
Li Şama paytexta Sûriyeyê ji ber ku destûr nadin xwarin û derman bê dayîn, li kampê jimara kesên ku ji birçîna dimirin derket 49 kesan.
Rejima Esed ev 187 roj in ku Kampa Penaberan a Yermukê dorpêç kiriye û ji ber vê jî li kampê ji birçînan mirov dimirin. Aktîvîst Ebul Bera Haşim diyar kir ku kalikek ji birçîna mir. Haşim wiha behsa kalikê ku ji birçînan mir kir:
"Duh zilamê kal di mala xwe de ji birçînan mir û cinazeyê wî hat dîtin. Ji ber ku ji malê bêhn hatiye, cîran ketine hundir û cinazeyê wî dîtine. Dema ku çûne û dîtine ku mişkan pêçiyên wî xwarine û texmîn dikin ku ew 2-3 roj berê miriye."