ROMA
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Qedexekirinê ya Çêkên Kîmyewî (KSYO) Ahmet Ûzûmcû got ku Sûriyeyê ji bo ku çekên kîmyewî bar bike û îmha bike 35-40 milyon Ewro amade kiriye.
Uzumcu ji bo îmhekirina çekên kîmyewî hevdîtinan bike hat Romayê. Uzumcu li vir pirsên nûçegihanan bersivand û wiha got:
"Wek ku hûn jî zanin biryara çekên kîmyewî li herêmekî din bên îmha kirin di meha îlonê de hat dayin. Konseya îcrayê ya rêxistina me û endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ev biryar dan. Ev rewşekê derasayî ye. Ji ber vê yekê divê civaka navneteweyî û welat hevkariyê bikin."