ERBÎL
Rageşiya neftê ya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Bexdayê de berdewam dike.
Rêvebiriya Hewlêrê bi sala nû re dest bi xebatan kir ku bi Tirkiyeyê re bi boriya 600 kîlomêtroyî bi armanca bazirganiya neftê, rojê 30 û 35 hezar warîl neftê pompe bike Tirkiyeyê. Hikûmeta Bexdayê jî dixwaze ku vê hewldana rêvebiriya Herêma Kurdistanê rawestîne û li ser hev daxuyaniyên tûj dide. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ji bo ku rageşiyê kêm bike û hikûmeta navendî ya Iraqê qanî bike, dê biçe Bexdayê.
- Ev li dijî yekîtiya xak û Destûrê ye
Li gor Hikûmeta Bexdayê îxraçkirina neftê ya bi destê Herêma Kurdistanê li dijî yekîtiya xaka Iraqê û destûrê ye. Hikûmeta Bexdayê dixwaze ku nefta li herêmê ji aliyê Şirketa Bazarkirina Neftê (SOMO) ve bê derxistin û li gor bihadanîna rêvebiriya navendê jî bê firotin. Hikûmeta Bexdayê israr dike dahata ku ji Herêma Kurdistanê tê bidestxistin razînin li Fona Pêşketina Iraqê (DIF) û tevlî budçeya Iraqê bikin. Bexda diyar dike ku heke wiha bê kirin li Iraqê di dahata ku ji neftê tê bidestxistin, para ji sedî 17an a rêvebiriya kurdan dê zêde bibe.
- Herêma Kurdistanê dixwaze nefta xwe bixwe bifiroşe
Birêvebiriya kurdan jî got ku Bexda di mijara dahata ku ji neftê tê de zelal tevnagere û heta îro jî para ji sedî 17an a ku li ser peyman hatiye îmzekirin, kêm tê dayîn û dixwazin ku firotina neftê di bin qontrola wan de be. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku para wan a ji sedî 17an beramberî 27 milyar dolaran dike, lê tu cara ev pere bi temamî nehatiye dayîn. Birêvebiriya Herêma Kurdistanê diparêze ku firotina neftê û peymanên ku bi şirketên navneteweyî re tên kirin, li gor destûra Iraqê ne.
- "Em amade ne ku dev ji para ji sedî 17yî berdin"
Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî hefteya borî hişyarî dabû û destnîşan kiribû ku heke bêyî destûra hikûmeta navendî, bi rêya xeta boriyê ya nû neftê îxracî Tirkiyeyê bikin, para ji sedî 17an a ku birêvebiriya Herêma Kurdistanê ji budçeya federal distîne, dê bibirin.
Rayedarekî ji Herêma Kurdistanê yê ku nexwest navê wî bê nivîsandin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku em amade ne ku dev ji para ji sedî 17yî berdin.