Türkan Tosun
07 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2021
Li Japonyayê ji ber ku 3 hefte ye berfeke zêde dibare 29 kes mirin.
Li gor nûçeya NHkyê ya kamuyê ji çileya pêşîn vir va berfeke zêde dibare û 29 kes ji ber vê mirin.
Li welêt ji 400î zêdetir seferên balafiran hatin betalkirin, li eyaleta Yamagatayê jî seferên trena bilez heta dawiya hefteyê hatin rawestandin.
Li navçeya Yokoteyê ya li ser eyaleta Akîtayê jî ji ber ku berf zêde barî xebatkarên Hêzên Xweparastinê (SDF) çûn herêmê ku xebatên lêgerşn û xelaskirinê bikin.
Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê daxuyand hewayeke zêde sar li welêt heye û berfê heta dawiya hefteyê dewam bike, li qeraxa Behra Japonyayê di nav rojekê da qalindahiya berfê wê bigîhîje 120 santîmêtroyî.
Li herêmên Tohoku û Hokurikuyê 3 qat zêde berf heye ku rayedaran ji bo şepeyê hişyarî dan.