Di êrîşên biçek ên ku li paytextê Iraqê Bexdayê qewimîn de 7 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên çavkaniyên ewlekariyê, li Taxa Vezîriyeya bakûrê Bexdayê kesên nasnameyên wan nedîyar êrîşî 3 cihên ku araqê lê difiroşin kirin. Di êrîşên hemdem de, xwediyê kargehê jî di nav de bi tevahî 7 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.
Hêj tu kesê berpirsiyariya êrîşan negirtiye stûyê xwe.