LONDRA
Cîgirserokê Koma Partiya Tevgera Netewperwer (MHP) Oktay Vûral wek mêvanê Navenda Lêkolîn û Polîtîkayê ya Tirkiyeyê (Centre for Policy and Research on Turkey) çû Londrayê û li restorantekê, bi mijara "Li Tirkiyeyê Qeyrana Dewleta Netewî: Senaryoyên Nû, Rojeva Tekoşînê û Pirsgirêk" axaftinek kir.
Vûral di axaftina xwe de îdia kir ku Komara Tirkiyeyê di bin xetereyê de ye û wiha got: "Rewşa ku em ber bi pê ve diçin, bingeha avabûna komara me xera dike û me ji hev cihê dike. Lê dawiya dawî îradeyek heye û Tirkiyeyê îdare dike. Dûmena keştiyê di destê wan de ye. Ev keştî ber bi zinaran ve diçe û em jî wan hişyar dikin. Divê yan em îstiqameta keştiyê biguherînin an jî divê em qaptanê keştiyê biguherînin."
Oktay Vûral di axaftina xwe de destnîşan kir ku dixwazin li şûna nasnameya netewî hemwelatiya makezagonî û Tirkiyetiyê bicih bikin û wiha axivî: "Em yekparebûna civakî diparêzin. Dema ku tirk hatine vê erdnîgariyê tu neteweyekê tune nekirine û ji wan axan dernexistine. Ji bilî şertên awarte yên şer tiştekî wiha nebûye."
Dema ku Oktay Vûral diaxivî Fîgen Kaynaka ku hat zanîn kurd e, rabû ser piyan, Oktay Vûral protesto kir û wiha got: "Tiştên ku hûn dibêjin ne rast in. Belê we kir, 20-30 sal berê we gelek kes ji welatên wan derxistin. Hûn bûn sedema koçkirinê. Welatê me yê şîrîn li wir e û em çima li vir in?"
Vûral li ser vê destnîşan kir ku ew bixwe jî li Diyarbekirê hatiye dinyayê û wiha bersiv da: "Divê di vî warî de tu kes niheqiyê li gelê tirk neke. Divê her kes qedrê tirkan bizanibe."
Nîqaş nêzî nîv saetan dom kir û Kaynakê wiha got: "Ez hêvî dikim ku înşellah hûn ji zarokên xwe xêrê nebînin û hûn ji vir sax dernekevin."
Kaynakê car caran axaftina Vûral birî û di navbera wan de nîqaş derbas bû. Beşdarvanan nekarî Kayakê razî bikin û bangî polêsan kirin. Polêsan Kaynak ji restorantê derxist