QÛDIS
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry serdana xwe ya Îsraîl û Filistînê ya 3 rojan qedand û dema dizivirî welatê xwe daxuyaniyek da çapemeniyê û di daxuyaniyê de wiha got: "Aştiya di navbera Îsraîl û Filistînê de tiştekî nemunkun nîne. Niha ji bo aştiyê destkeftiyeke mezin heye."
Kerry da zanîn ku bi Serokdewletê Filistînê Mahmud Ebbas û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahû re hevdîtin kirine û wiha dewam kir: "Ji bo pêkanîna aştiyê min bi her du rêberan re hevdîtin kir. Her duyan jî ji min re gotin, ji bo pêkanîna aştiyê çi ji destê wan bê dê bikin."
Kerry diyar kir ku aştiya di navbera Îsraîl û Filistînê de xeyal nîne û wiha got: "DYA ji roja ewil heta hevdîtinên aştiyê yên di navbera her du aliyan de ji nêz ve teqîb dike. Her kes dizane ku aştî tiştekî hêsan nîne û di rojekê de pêknayê. Lê baweriya her du rêberan bi aştiyê heye û ev jî girîng e. Em ji gelek berê heta niha piştgiriyê didin Îsraîlê. Em îro jî destekê didinê. Lê aramî û îstîkrara ku em ji bo Îsraîlê dixwazin, em ji bo Filistînê jî dixwazin. Ji bo xelkê Filistînê armanca me ya sereke avakirina dewleteke serbixwe û aram e. Ev yek xeyal nîne."