Fatih Gazioğlu
27 Nîsan 2019•Rojanekirin: 28 Nîsan 2019
Li Iraqê Koalîsyona Fethê ya ku Hadî Amiriyê Fermandarê Tuxayên Bedrê pêşengiya wê dike, xwest ku bila notaya protestoyê bidin meslehetguzarê Amerîkayê yê Bexdayê.
Koalîsyona Fethê bangî Wezareta Karên Derva kir ku divê Joey Hoodê meslehetguzarê Amerîkayê gazî wezaretê bikin û notaya protestoyê bidin wî.
Di daxuyaniyê da koalîsyonê da hat gotin ku Hood û îradeya sîyonîst ya ku piştgiriyê didine wî qanûnan nas nakin, gelê Iraqê proveke dikin û dixwazin têkiliyên di navbera Bexda û Washîngtonê da jî xirab bikin.
Balyozxaneya Amerîkayê duh li ser hesabê xwe ya Facebookê der barê rejima Îranê da daxuyaniyek parve kiribû û wiha gotibû: "Li hemû şaxên rejima Îranê gendelî û dizî belav bûye. Li gor texmînan Elî Xameney xwediyê 200 milyar dolarî ye. Ji hêla din va gelê ku ev 40 sal e di bin nîrê rejima meleyan da dijî feqîr û şepirze ye."