Dinya

Li Iraqê di êrîşa esmanî da 2 fermandarên Heşda Şebî hatin kuştin

Haydar Karaalp  | 24.03.2026 - Rojanekırın : 24.03.2026
Li Iraqê di êrîşa esmanî da 2 fermandarên Heşda Şebî hatin kuştin

Baghdad

Hat ragihandin ku li Iraqê Midûrê Îstixbaratê yê Fermandariya Operasyonên Enbarê ya Heşda Şebî û Fermandarê Heşda Şebî yê Enbarê di êrîşa esmanî ya Amerîka û Îsraîlê da hat kuştin.

Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî yê pêkhateyên milîs ên çekdar û Şîe yên nêzî Heşda Şebî hat dayîn, Midûrê Îstixbaratê yê Fermandariya Operasyonên Enbarê ya Heşda Şebî Wasiq el-Fartûsî di êrîşa Amerîka û Îsraîlê da hat kuştin.

Her wiha li bajarê Enbarê Fermandarê Heşda Şebî Deway el-Buaycî jî di heman êrîşê da hat kuştin.

Dîmenên ku li gorî îdiayê yên kêliya êrîşê ne, li ser medyaya civakî hatin weşandin.

Heşda Şebiyê der barê mijarê da hê daxuyanî nedaye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.