11 Tebax 2016•Rojanekirin: 11 Tebax 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku di encama operasyona hevpar a Hêzên Taybet ên DYAyê û tîmên dijeterorê yên girêdayî Dezgeha Parastinê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) îro hat kirin de berpirsyarê qaşo yê çavkaniyên sirûştî yê DAEŞê û arîkarê wî hatin kuştin.
Ji Dezgeha Parastinê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û hat gotin ku "Di encama operasyona hevpar a Hêzên Taybet ên DYAyê û tîmên dijeteror ên girêdayî Dezgeha Parastinê Samî Casim Mihemed Cubûriyê berpirsyarê payebilind ê DAEŞê yê ku wekî Hecî Hemîd tê naskirin û arîkarê wî hatin kuştin."
Di daxuyaniyê de agahî hat dayîn ku operasyona hevpar li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê û li navçeya Qaîmê ya di bin kontrola rêxistinê de hat kirin û hat gotin ku milîtanê payebilind ê rêxistinê yê ku hat kuştin berpirsyarê çavkaniyên sirûştî yê rêxistinê ye.
Navçeya Qaîmê ya girêdayî Enbara ku dikeve rojavayê Iraqê ji hezîrana 2014an vir ve di destê DAEŞa rêxistina terorê de ye.