26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku hêzên Iraqê Baregeha Leşkerî ya Saed a li bajarê Enbarê ji destê DEAŞê xilas kirin.
Di daxuyaniya Koma Medyaya Şer a girêdayî Wezareta Parastina Iraqê da wiha hat gotin: "Hêzên me îstasyona H1ê, gundê Wezê, texmên Huseyniyat û Nadîreyê û Daîreya Lêkolîna Ziraetê ji DEAŞê sitandin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku wek mayîn Baregeha Leşkerî ya Saedê (H2) jî xilas kirin, hêzên ewlekariyê hê pêşda diçin.
Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê do destê sibê diyar kiribû ku ji bo paşdahildana Qaîma kelha dawîn a DEAŞê ya li Enbarê operasyon dan destpêkirin.