14 Hezîran 2017•Rojanekirin: 15 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) de hin gumanbar hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê bi piştgiriya Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Asayîşê li navçeyên Uskudar, Qadikoy, Tûzla, Zeytînbûrnû û Eyupê li ser 20 navnîşanan operasyon li dar xistin. Polês di mal û kargehên kesên hatin binavkirin de lêgerîn kir.
Gumanbarên ku di nav wan de parêzer jî hene ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin. Piştî kontrolê gumanbaran birin midûriyeta Ewlehiyê yê Stenbolê.