Ahmet Aydın
12 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
ANKARA
Li Iraqê nêzîkî sînorê Îranê nêzî bajarê Helebceyê bi şideta 7,2yê erdhejek çêbû.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê ragihand ku bi qasî 32 kîlometroyan li başûrê rojhilatê Helebceya Iraqê erdhejek bi şideta 7,2yê çêbû.
Derbarê ka gelo di erdhejê de tiştek bi kesekî hatiye yan ziyana madî gihîştiye, ti agahî nehat dayîn.

- Li gorî agahiyan sereke di erhejê de 50 kes birîndar bûne
Rêveberê Tendirustiyê yê Parêzgeha Silêmaniyê Mîrxan Mihemed ji çapemeniya herêmî re ragihand ku bi sedema erdhejê li Derbendîxana navçeya Silêmaniyê li gorî agahiyên berahî 50 kes birîndar bûne.

Mihemed destnîşan kir ku birîndar bi mebesta dermankirinê rakirine nexweşxaneyên navendî yên bajarê Silêmaniyê.
Qaymeqamê Derbendîxanê Nasih Mela Hesen jî di daxuyaniya xwe ya piştî erdhejê de bangawaziya alîkariya bi lez li hikûmetê kir.
Hesen anîziman ku hejmara birîndaran zêde ye û rewşa hinekan giran e.