ERBÎL
Li Herêma Kurdistana Iraqa Federalê (HKIF) di rojên pêş me de dê hikûmeta nû bê damezrandin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî ji bo meşandina van xebatan lijneyek ava kir. Serokê vê lijneyê jî Nêçîrvanan Barzanî ye.
Serokê HKIFyê Mesûd Barzanî ji bo damezrandina hikûmeta nû PDKê wezîfedar kir. PDKê jî ji bo ku 8emîn civata wezîran ava bike dest bi xebatan kir.
Berdevkê PDKê Cefer Îbrahîm di daxuyaniya xwe de diyar kir ku PDKê jî ji bo damezrandina hikûmeta nû Nêçîrvan Barzanî wezîfedar kiriye û wiha dewam kir: "Lijneya ku Nêçîrvan Barzanî seroktiya wê dike dê bi partiyan re ji bo damezrandina hikûmeta nû dest bi hevdîtinan bike. Em dixwazin bi hemû partiyên siyasî re hevdîtinan bikin. Deriyê PDKê ji tu kesî re girtî nîne."
Di vê navberê de Nêçîrvan Barzanî jî di daxuyaniyeke xwe de got: "Bila partiyên siyasî di hevdîtinên ji bo damezrandina hikûmeta nû de ji me daxwazên mezin nekin û bi vê tevgera xwe pêvajoyê nexin tengasiyê.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî ji bo hevdîtinên damezrandina hikûmeta nû wek berdevk Alîkarê Serokê Giştî Behrem Salih hilbijart.
Di hilbijartinên 21ê Îlonê de herî zêde PDKyê ray sitend û bû xwediyê 38 parlementeran.