Haydar Şahin
15 Tebax 2019•Rojanekirin: 16 Tebax 2019
Li başûr, rojava û herêma navîn ya Hindistanê hejmara kesên ji ber şilî, lehî û hêlanê mirin derkete 282 kesan.
Li gor xebera Hindustan Tîmesê hejmara kesên ji ber hêlan û lehiya li eyaletên Kerala, Karnataka, Maharaştra, Gujarat û Madhya Pradeşê mirin derkete 282 kesan.
Rayedaran diyar kir ku li Keralaya lê 102 kes mirin 29 kes jî winda bûn û berateyeke wan nedîtin, li Karnatakayê jî hejmara miriyan derkete 61ê.
Ji ber lehiyê li eyaleta Maharaştrayê 49 kes li Gujaratê 31 kes û li Madhya Pradeşê jî 39 kes mirin.
Wekî mayîn hat ragihandin ku hefteya borî li Keralayê 90 carî hêlan ket erdê û barana gur li gor texmînan ew ê rojan li herêmê dewam bike.