Nihat Kavşut
15 Tebax 2019•Rojanekirin: 16 Tebax 2019
Îmran Xanê Serokwezîrê Pakistanê ji ber polîtîkayên Hindistanê yên li ser Cammu Keşmîrê civaka navneteweyî hişyar kir.
Serokwezîrê Pakistanê Xan li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û ji ber polîtîkayên di hefteyên dawîn da li Cammu Keşmîrê tên meşandin bertek nîşanî Hindistanê da.
Îmran Xan destnîşan kir îhtimal heye rewşa li herêmê xirabtir bibe û wiha got: "Dinya wê li hember qetlîameke din ku li Keşmîra di bin dagirkeriya Hindistanê da ye mîna Srebrenîtsayê li Misilmanan tê kirin bêdeng bimîne? Ez hişyarî didim civaka navneteweyî, heger rê li ber neyê girtin geşedanên wiha di nav Misilmanan da wê bibe sedema radîkalîzm û tundiyê û wê bertekên tûj û tund çêbin."
- Hindistanê statuya taybet ya Cammu Keşmîrê rakiribû
Hindistanê 5ê Tebaxê benda 370emîn ya Destûra Bingehîn betal kiribû û statuya taybet ya Cammu Keşmîrê ji holê rakiribû.
Pakistanê biryara Hindistanê şermezar kiribû, têkiliyên xwe yên diplomatîk yên bi Hindistanê ra kêm kiribû û û xwestibû ku balyozê xwe yê li Îslamabadê paşva bikişîne.
Pakistanê ji ber biryara Hindistanê ya der heqê Cammu Keşmîrê da bi Hindistanê ra têkiliyên xwe yên ticarî bi fermî birîbûn.