Türkan Tosun
07 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2020
Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 986 kes mirin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê da hat destnîşankirin bi mirina 986 kesan va herjmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirine derkete 104 hezar û 555an.
Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da 72 hezar kesên din jî bi Kovîd-19ê ketin, hejmara pêketiyan derket 6 milyon û 757 hezar û 132yan.
Li welêt heta niha 5 milyon û 744 hezar û 693 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.
Li gor daneyên malpera "Worldometer"ê ya agahiyên Kovîd-19ê berhev dike, Hindistan ji hêla hejmara waqieyan va li dinyayê di rêza 2yan da cî digre.