Abdullah Tel
07 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2020
Li Qirxizistanê muxalifên encamên hilbijartinê qebûl nekirin bi ser avahiyên dewletê da girtin û dagirkeriya wan didome lê li paytext Bîşkekê hêzên ewlehiyê ev 24 saeta li ser karê xwe nîne û hin komên vê rewşê bo xwe fersend dîtin jî ji bo talankirinê hewl dan.
Komeke qelebalix a li ser Kolana Sovyetê dest bi meşê kirin camên dikanên li hemberî Navenda Danûstandinê ya Vefayê şikênandin.
Ji ber îhtimala talankirinê welatiyên xwestin mal û dikanên xwe biparêzin tevgerên dildaran ava kirin û bi drûşmeya "Bidilin" berz kirin û komê ji dikanan dûr xistin.
Li bajarê bi qasî milyonek nifûsa wê heye li ser kolanên wek Pravda-Frunze, Sovyet-Mederov û Manas-Ahunbayevê di navbera hin koman da niqaş derket û hat dîtin ku şofêrên bi wesayîtên xwe li wan deran bi zorê heft belayî wesayîtên diajon.
Sadir Caparovê ku serê sibehê ji girtîgehê derxistin û êvarê jî wek serokwezîrê berwext hat îlankirin beşdarî bernameya qanaleke têlevizyonê bû diyar kir ku bo hêzên ewlehiyê dest bi kar bikin ew ê ji sibê pê va gazî wan bikin.
Ji hêla din va xwepêşanderên Qesra Serokomariya dagir kirine li wê derê, dor û berê wê û Meydana Ala Tooyê jî sekna xwe didomînin.
Li Qirxizistanê di 4ê Cotmehê da hilbijartin hat kirin, alîgirên 12 partiyên siyasî yên ku encamê qebûl nekirin dest bi çalakiyê kirin, Qesra Serokomariyê û Parlementoyê jî dagir kiribûn.
Polêsan bi xaz û bombeya deng va mudaxaleyî çalakvanan kir, kesek mir û 590 kes jî birîndar bûbûn.