Haydar Şahin
07 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2020
Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 36 milyonî derbas bû.
Li gor daneyên "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê heta niha 36 milyon û 52 hezar û 573 kes bi vîrusê ketin.
Li Amerîkaya herî zêde di tesîra vîrusê da ma 7 milyon û 723 hezar û 721 kes bi Kovîd-19ê ketin.
Xêncî Amerîkayê 10 welatên herî zêde lê nexweş hene li gor hejmara pêketiyan wiha ne: Hindistan (6 milyon û 757 hezar û 131), Brezîlya (4 milyon û 970 hezar û 953), Rûsya (milyonek û 237 hezar û 504), Kolombiya (869 hezar û 808), Îspanya (865 hezar û 631), Peru (832 hezar û 929), Arjantîn (824 hezar û 468), Meksîka (794 hezar û 608) û Afrîkaya Başûr (683 hezar û 242)
Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 327 hezar û 557.
Kovîd-19a li Wuhana bajarê Çînê derket holê li 200î zêdetir welat û herêmî belav bû. Ji ber nexweşiyê milyonek û 54 hezar û 710 kes mirin.
27 milyon û 155 hezar û 683 pêketî pak bûn, dermankirina 7 milyon û 842 hezar û 180 kesî jî dewam dike.