Önder Beyter,İbrahim Atmaca
14 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2017
CENEVRE
Yek ji berdevkên Komîteya Bilind a Muzakereyê (KBM) ya muxalifên sûriyeyî Yehya Arîdî diyar kir ku civîna wan a duh ya bi heyeta Neteweyên Yekbûyî (NY) ra li gorî ya pêrê bêtir "cidî" û "mefadar" derbas bû.
Di gotûbêjên Cenevre 8 ku mijara wê Sûriye ye da Nûnerê Taybet ê NYyê yê Sûriyeyê Steffan de Mistura cuda cuda bi şandeyên rejim û muxalefetê ra rûnişt.
Hevdîtina Mistura û şandeya muxalefetê ku Nasir Herîrî serokatiya wê dike, li gorî dema Tirkiyeyê di saet 16.30î da li Ofîsa NYyê ya Cenevreyê dest pê kir û qedera 2,5 saetan ajot.
Piştî civînê berdevkê KBMyê Arîdî di daxuyaniya xwe da wiha got, "Rûniştina îro ez wer bawer dikim ku ji ya duhê bêtir cidî û mefadar derbas bû."
Arîdî diyar kir ku di gotûbêjan da ew li ser hemû hûrgiliyên "hilbijartinan" rawestiyan û herwiha mijara gotûbêjên roja dawîn a tûra 8emîn jî "rêveberiya berwext" e.
Arîdî bal kişand ku li gorî xelekên din, tûra 8emîn a gotûbêjan çêtir derbas bû û ew di gelek mijaran da pêşva çûn, lê beramberî gavên wan ên erênî, heyeta rejimê paşda ma.
Arîdî li ser pirsekê îdia kir ku di hevdîtinên binavgîn ku 28ê mijdarê dest pê kirin da heyeta rejimê "xwe nedan hevdîtinên bênavgîn". Arîdî destnîşan kir ku wan di çarçoveya biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) da bi Mîstura ra hevdîtin kir û wiha dewam kir: "Heke aliyek (biryara KENYê) piçûk bibîne an jî red bike, berpirsiyarî hildaye ser milê xwe ku bi NYê ra herî girîng jî bi gelê Sûriyeyê ra were rûyê hev."
- Heyeta rejimê tu daxuyanî nedan
Heyeta rejimê ya ku Beşar Ceferî serokê wê ye jî bi Nûnerê Taybet ê NYê yê Sûriyeyê ra (BST) di 13.00î da hat bal hev, piştî hevdîtinê Ceferî tu daxuyanî nedabû û ji NYê veqetiya bû.
Heyeta rejimê du rojan dereng beşdarî hevdîtinên Cenevre 8ê bû û di dawiya hefteya yekemîn da ji Cenevreyê veqetiyabû. Heyet piştî hewildana Mistura yekşema çûyî cardin çûbû Cenevreyê.
Nûnerê Taybet her wiha di hefteya dawîn a tûra 8emîn da bal kişand ser rejimê û wiha gotibû "kê dixwaze hevdîtinan sabote bike" ew ê binirxîne.
Hevdîtinên Cenevre 8ê wê sibe êvarê kuta bibe. Hevdîtin li ser rêvebiriya berwext, makezagon, hilbijartin û têkoşîna ku bi terorîzmê ra tên kirin.