Önder Beyter
04 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2021
Li Hindistanê ku herî zêde di tesîra cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da ma, hejmara pêketiyan a di rojekê da li Hindistanê daket binê 17 hezarî, li Koreya Başûr derket ser 1000î û li Çînê jî 13 pêketiyên li welêt hatin tesbîtkirin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Hindistanê, li welêt di rojekê da 16 hezar û 504 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, hejmara giştî jî derket ser 10 milyon û 340 hezarî û 469an.
Her wiha li welêt 214 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derket 149 hezar û 649an, ya kesên baş bûn jî derket 9 milyon û 946 hezar û 867an.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, Hindistan ji hêla hejmara pêketiyan va li dinyayê di rêza 2yemîn da ji hêla miriyan va jî di rêza 3yemîn da cî digre.
- Çîn
Di daxuyaniya Komisyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê da hat destnîşankirin ku li Çînê di 24 saetên dawîn da 33 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin ku 13 jê ji nava welêt in.
Li welêt di 24 saetên dawîn da tu kes ji ber Kovîd-19ê nemir û her wiha hejmara pêketiyan jî derket 87 hezar û 150yî.
Li Çînê heta niha 4 hezar û 634 kes ji ber vîrusê mirin û 82 hezar û 105 kes jî baş bûn.
- Koreya Başûr
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşiyan a Koreya Başûr di rojekê da 1020 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û hejmara giştî bi vê va derket 64 hezar û 264an.
Di 24 satên dawîn da 19 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û bi vî awayî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 981ê. Her wiha heta niha 45 hezar û 240 kes jî baş bûn.