Türkan Tosun
04 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2021
Qedexeya derketina derva ya ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li seranserê Tirkiyeyê di 31ê çileya pêşîn roja pêncşemê di saet 21.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.
Di 14ê çileya pêşîn da li Kuliyeya Serokomariyê Civîna Kabîneya Serokomariyê çêbûbû û piştî vê civînê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bangî gel kiribû.
Erdogan gotibû ji bo tevdîrên Kovîd-19ê li seranserê Tirkiyeyê di 31ê çileya pêşîn roja pêncşemê di saet 21.00î da derketina derva wê bê qedexekirin û ewê heta 4ê çileya paşîn a 2021î saet 05.00î dewam bike.
Li Tirkiyeyê cara ewil di navbera 4-7ê çileya pêşîn da li Tirkiyeyê derketina derva hat qedexekirin.
Di vê çarçoveyê da li seranserê Tirkiyeyê qedexeya derketina derva ya di 31ê çileya pêşîn roja pêncşemê di saet 21.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.
Heta biryareke nû bê dayîn qedexe derketina derva wê dewam bike.