Dinya, Koronavîrus

Li Hindistan, Çîn û Koreya Başûr geşedanên Kovîd-19ê

Li Hindistanê ku herî zêde di tesîra cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da ma, hejmara pêketî û miriyan zêde dibe û li Çînê jî bi kontrol nexweşî dewam dike.

Önder Beyter  | 16.11.2020 - Rojanekırın : 17.11.2020
Li Hindistan, Çîn û Koreya Başûr geşedanên Kovîd-19ê

Ankara

Li Hindistanê ku herî zêde di tesîra cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da ma, hejmara pêketî û miriyan zêde dibe û li Çînê jî bi kontrol nexweşî dewam dike.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Hindistanê, li welêt 434 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derket 130 hezar û 109an.

Li welatê serjimara wê ji 1,3 milyarî zêdetir e di 24 saetên dawîn da 30 hezar û 548 pêketiyên Kovîd-19ê yên teze hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derkete 8 milyon û 845 hezar û 617 kesan, heta niha 8 milyon û 249 hezar û 579 kes jî baş bûn.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, Hindistan ji hêla hejmara pêketiyan va li dinyayê di rêza 2yemîn da ji hêla miriyan va jî di rêza 3yemîn da cî digre.

- Çîn

Di daxuyaniya Komisyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê da hat destnîşankirin ku li Çînê di 24 saetên dawîn da di 8 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.

Li welêt di 24 saetên dawîn da tu kes ji ber Kovîd-19ê nemir û her wiha hejmara pêketiyan jî derket 86 hezar û 346an.

Li Çînê heta niha 4 hezar û 634 kes ji ber vîrusê mirin û 81 hezar û 338 kes jî baş bûn.

- Koreya Başûr

Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşiyan a Koreya Başûr, li welêt di rojekê da 223 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.

Li welêt hejmara giştî ya pêketiyan derket 28 hezar û 769an, di 24 satên dawîn da kesek ji ber Kovîd-19ê mir û bi vî awayî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 494an.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın