Dinya

Li Hewlêrê li fabrîqeya cîpsan şewat derket

Haydar Şahin  | 06.01.2026 - Rojanekırın : 07.01.2026
Li Hewlêrê li fabrîqeya cîpsan şewat derket Ahsan Mohammed Ahmed Ahmed

Arbil

 Li fabrîqeyeke li taxa niştecihbûnê ya li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê şewateke mezin derket, ji ber vê dibistanên li vê herêmê hatin tetîlkirin.

Serê sibê li fabrîqeyeke cîpsan a li ser rêya Hewlêr-Pîrmamê, ji ber sedemeke hê ne diyar e şewat derket.

Şewata di fabrîqeya ku li ser erdekî 4 hezar mêtroqereyî û qismeke wê di nav niştecihbûnê da ye bû sedema tirs û xofê.

Ekîbên parastina sivîl ji bo ku şewatê vemirînin xebitîn.

Li gorî daxuyaniyên ewil kes nemiriye.

Gelê herêmê anî ziman ku dengê teqînekê hatiye û paşê di cihê depoyê ya servekirî da şewatê dest pê kiriye û paşê jî belavî hemû fabrîqeyê bûye.

Ji ber ku şewateke mezin e dibistanên nêzîkî fabrîqeyê ji bo ewlehiyê hatin tetîlkirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, Midûriyeta Parastina Sivîl a Hewlêrê çend caran bi nivîskî hişyarî dane fabrîqeyê ku cihê wê yê di nav niştecihbûnê da ne guncav e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.