Hejmara qurbaniyên êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê gihîşt 71 hezar û 391ê
Gazze
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da di 48 saetên dawîn da 29 zêde bû û gihîşt 71 hezar û 391ê.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da, derbarê kuştiyên di êrîşên Îsraîlê da daneyên dawîn hatin parvekirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku termê 2 kesan û 10 birîndaran rakirine nexweşxaneyan.
Di êrîşên ji dema ragihandina agirbestê û vir va da jî 424 kes hatine kuştin û 1199 kes jî birîndar bûne. Ji binê enqazan termê 685 kesan hatine derxistin.
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da ku ji cotmeha 2023yan pê va berdewam in, hejmara kuştiyan gihîşt 71 hezar û 391ê û ya birîndaran jî gihîşt 171 hezar û 279an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
