Dinya

Rojnameya Îsraîlê îdia kir ku Îran plana êrîşeke terorê li dijî Serokomarê Sûriyeyê Şera dike

Mustafa Deveci  | 06.01.2026 - Rojanekırın : 06.01.2026
Rojnameya Îsraîlê îdia kir ku Îran plana êrîşeke terorê li dijî Serokomarê Sûriyeyê Şera dike

Ankara

 Rojnameya Îsraîlê îdia kir ku Îran plana êrîşeke terorê li dijî Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera dike û Îsraîlê di vê mijarê da hişyarî daye rêveberiya Şamê.

Rojnameya Jerusalem Post îdia kir ku Îranê plana kuştina Serokomarê Sûriyeyê Şera dike.

Nûçeya ku çavkanî weke rayedarekî eskerî yê Îsraîlî hat nîşandan, tê da hat îdiakirin ku Îran ji bo kuştina Şera bi hêmanên dijmin ra hevkariyê dike.

Piştî têkiliyên nû yên di navbera Tel Aviv û Şamê da hate îdîakirin ku Îsraîlê hişyarî daye hikûmeta Sûriyeyê ku Îran amadekariyên êrîşa kuştinê li dijî Şera dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.