HEWLÊR
Li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) êrîşên DÎŞIya rêxistina terorê yên li ser Kobanêyê hat protestokirin.
Komeke ku di nav de endamên Meclisa Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyî jî hebûn, bi dirûşmeyên "DÎŞI ji Kobanêyê derkeve" û pankartên ku li serê "Kobanê li benda pêşmergeyan e", "Kobanê em bi te re ne" dinivîsin heta avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiya.
Endamê Buroya Siyasî yê Partiya Demokratîk a Kurdistana Sûriyeyê Nûrî Brîmo vir li ser navê komê daxuyaniyek da û got ku ew wek kurdên sûriyeyî yên ku li Hewlêrê dijîn, ji bo ku piştgiriyê bidin gelê Kobanêyê kom bûn.
Brîmo diyar kir ku ji ber êrîşên DÎŞIyê yên li ser Kobanêyê bi deh hezaran kurdên sûriyeyî derbasî Tirkiyeyê bûn. Brîmo got ku divê civaka navneteweyî li van penaberan xwedî derkeve.
Brîmo her wiha got ku em kêfxweş in ku welatên di bin serokatiya DYAyê de li hedefên DÎŞIyê yên li bakurê Sûriyeyê dixin. Brîmo ragihand ku bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên ku li dijî DÎŞIyê şer dikin re hevdîtin kirin û xwestin ku hêzeke hevpar ava bikin. Brîmo da zanîn ku YPGyê ji bo niha pêşniyaza wan nepejirand.
Komê piştî daxuyaniyê, daxwazên xwe pêşkêşî rayedarên NYyê kirin.