Hat ragihandin ku li Heleba bajarê Sûriyeyê bi erebeyeke bombebarkirî êrîşî cihê kontrolê ya ku di destê Eniya Nusrayê da ye kirin û di êrîşê da 10 kes mirin.
Di daxuyaniya Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê (KKHS) da hat diyarkirin ku li bakurê Helebê bi erebeyeke bombebarkirî êrîşî cihê kontrolê ya ku di destê Eniya Nusrayê da ye kirin û di êrîşê da 10 kes mirin û gelek kes jî birîndar ketin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku birîndar bi ambulansa rakirin nexwaşxaneyên sehrayê û Eniya Nusrayê piştî êrîşê li herêmê tevdîrên ewlehiyê zêde kir.
Tê gotin ku ji ber ku Eniya Nusrayê ber bi Nubul û Zehraya gundên li bakurê Helebê pêş da diçe rêxistina DÎŞIyê ji bo ku heyfa xwe ji wan derxe êrîş kirî ye.