Dinya

Li gorî Trump lobiya Îsraîlê ya li Amerîkayê qels bûye

Saadet Firdevs Aparı  | 26.03.2024 - Rojanekırın : 27.03.2024
Li gorî Trump lobiya Îsraîlê ya li Amerîkayê qels bûye

Ankara

 Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump got, "Qedera 15 sal berê, Îsraîl xwedan lobiya herî xurt bû. Ku hûn siyasetmedarek bûna, we nikaribû der heqê Îsraîlê da tiştekî xirab bigota, ev dibû dawiya kariyera we ya siyasî. Îro roj hema hema bêje ev yek bûye berovajî."

Trump hevpeyvîn da rojnameya Îsraîlê ya HaYomê û şerê li herêmê kir stûyê Serokê Amerîkayê Joe Biden û wiha got, "Lewra Hemas rêzê nîşanî wî nade. Nikare du hevokan bîne cem hev. Nikare biaxive. Ew mirovekî pir ehmeq e. Polîtîkaya wî ya derva ya 50 salan erjeng bû. Di serdema wî da ku hûn li însanên li ser rêveberiyên din binihêrin, wî qels û bêbandor dibînin. Ku di şûna wî da ez hebûma, Hemasê bi tu awayî ev êrîş pêk neaniya."

Trump her wisa ji bo Biden nirxandina xwe wiha domand, "Ew ne dostê Îsraîlê ye. Lewra ku Biden dostê Îsraîlê bûya, 7ê Cotmehê dê tu wextî rûneda."

Trump ji bo pirsa "Hûn bûna we yê çawa serederî bi pêla antîsemîtîzmê ra bikira ku piştî şer rû da?" wiha bersiv da, "Bi min Îsraîlê xetayeke pir mezin kir. Min xwest li Îsraîlê bigerim û jê ra bêjim 'Vî nekin'. Ev wêne û dîmen. Ango dîmenên bombeyên bi ser avahiyên li Xezeyê da tên avêtin. Min got 'ev portreyeke pir tirsnak e'. Ji bo dinyayê resmekî pir tirsnak e. Dinya vê dibîne."

Trump bal kişand ku piştgiriya ku li Amerîkayê berê ji bo Îsraîlê hebû, îro roj tuneye û wiha domand, "Qedera 15 sal berê, Îsraîl xwedan lobiya herî xurt bû. Ku hûn siyasetmedarek bûna, we nikaribû der heqê Îsraîlê da tiştekî xirab bigota, ev dibû dawiya kariyera we ya siyasî. Îro roj hema hema bêje ev yek bûye berovajî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın