Fatih Gazioğlu
23 Adar 2018•Rojanekirin: 23 Adar 2018
PARÎS
Li bajarê Trebesaya li başûrê rojavayê Fransayê kesekî çekdar li marketekê gelek kes dîl girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Navxweyî hat dayîn, kesekî biçek li bajarê Trebesê kete marketeke ku navê wê Super U ye û gelek kes rehîn girtin.
Li gor nûçeya L'Independanta rojnameya herêmî, operasyona hêzên ewlehiyê dewam dike û kesekî li markete bû hat kuştin.
Li gor nûçeya kanala France Infoyê ku spart dozgeriyê êrîşkarê çekdar ev çalakî li ser navê DEAŞa rêxistine terorê kiriye.
Ji aliyê din radyoya RTLyê jî ragihand ku ji Carcassonne nêzî bajarê Trebesê ji wesayîtekê gule berdane polêsan û 2 polês birîndar bûne. Hat diyarkirin ku rewşa polêsan baş e û polês rakirine nexweşxaneyê.