ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Me Zîrweya Stenbolê ji bo edalet û aştiyê bi naveroka yekîtî û piştevaniyê li dar xist. Heke yekîtî û piştevanî tunebe edalet û aştî înşa nabe. Nêrîna me ya yekîtiyê divê em li ser wehdeta ku ji kesretê tê ava bikin. Heke em bi cudatiyên xwe va bi ser nekevin û nebin yek, em wek misilmanan nikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin."
Serokomar Erdogan û Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Hevkariya Îslamî (THÎ) Iyad Medenî re li Navenda Kongreyê ya Stenbolê der heqê 13emîn a Teşkîlata Hevkariya Îslamê li Stenbolê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Erdogan qal kir ku Zîrweya Îslamê şaxa herî rayedar a teşkîlatê ye û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Me Zîrweya Stenbolê ji bo edalet û aştiyê bi naveroka yekîtî û piştevaniyê li dar xist. Heke yekîtî û piştevanî tunebe edalet û aştî înşa nabe. Nêrîna me ya yekîtiyê divê em li ser wehdeta ku ji kesretê tê ava bikin. Heke em bi cudatiyên xwe va bi ser nekevin û nebin yek, em wek misilmanan nikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Wêrîsên şaristaniyeke ku li ser hêmanên aştî û edaletê pêş ketiye îro bêtir bi şerên navxweyî, pevçûnên mezhebî, teasûba mezhebî û bi terorê tên bibîranîn ev yek jî mirov gelekî xemgîn dike. Heke em bala xwe bidinê niha pirsgirêka me ya herî mezin çi ye? Em sê serenav dibînin. Yek ji van mezhebparêzî ye, yê din nijadperestî ye yê din jî teror e. Ev mezhebparêziya ku di nav alema îslamê de heye ku ev yek di heman demê de fitne ye, ev tehrîbata nijadperestiyê jî fitneyeke din e, ji aliyê din jî bûyera terorê ev yek me gelekî qels dike û dibe sedema bêhêzbûnê."
- "Êdî nayê veşartin ka kî li gel rêxistinên terorê ne"
Serokomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye ev bi qasî 35 salan e ku dijî terorê têkoşîn dide û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Vê gavê mirovahî bedela terorê dide. Va ye em li welatê xwe nêzî 35 salan e bi terorê ra têkoşînê didin. Hejmara mirovên ku mirin li holê ye, bedela maddî li holê ye, lê vê çi kir? Di nav xwe da rêxistinên terorê yên nû derxistin. Yek ji rêxistina terorê ya ku ji nav PKKê derket PYD ye, ya din YPG ye. Binêrin vêga Rûsya daxuyaniyê dide, dibêje 'Erê em çekan didin PYDê'. Ev rastî li holê ne û li Moskovayê ji xwe ra ofîsê dide vekirin. Kê li cem rêxistinên terorê ne, êdî nayên veşartin, ev eşkere li holê ye.DAEŞA rêxistina terorê ji Iraqê derket. Li Sûriyeyê belav bû, niha li cihên din ê dinyayê li parzemînên cuda heye. Va ye Boko Haram ev hemû bi hev re pêş dikevin. Li wan deran jî tehrîbatên mezin tên kirin. Digel van rastiyek e ku dramên mirovahiyê yên ku li dinyayê diqewimin, piraniya qeyranan li erdnîgariya ku li cihên ku misilman lê zêde ne diqewimin û ev jî rastiyek e. Em divê bi taybetî jî li ser vê yekê bisekinin. Gelo çima li welatên ku gelên wan misilman e bûyerên terorê zêde dibin. Gelo li paşxaneya vî kî heye? Kîjan hêman, kîjan welat hene. Em divê vê bipirsin. Dema ku em vê bipirsin jî gelekî watedar e ku bûyerên terorê yên bi vî awayî pişt re dibin şerê navxweyî."
- "Dînekî me tenê heye ew jî îslam e"
Serokomar Erdogan got "Em ji aliyê mezhebgiriyê da ne ji dînê şiî ne ne jî ji dînê sunî ne, ew tiştekê din e. Bi tenê dînekê me heye; Îslam. Ez misliman im. Dibe ku yên din rêyên din bin em rêzê nîşanî wê didin. Lê belê em tu carî Îslamê naxin mijara nîqaşê. Ji bo li rêyên teze bigerin em tevlî xebatên fitneyê nabin, li wan deran rolan hilnadin ser xwe."
Serokomar Erdogan got ku "Wek dewletên endamên Teşkîlata Hevkariya Îslamê, bêyî ku ji hev veqetînin di têkoşîna dijî hemû rêxistinên terorê û çeteyên kuştinê ku dînê me diemilînin, me li hev kir. Wek Tirkiye pêşniyaza me ya ku li Stenbolê Navenda Kordînasyon û Hevkariya Polêsan a Teşkîlata Hevkariya Îslamê ava bibe hat pejirandin, em ji ber vê kêfxweş bûn û li ser xêrê be."
Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Danezana Stenbolê ya ku em li ser pirsgirêkên çareseriya alema îslamê û rêyên çareseriya wan sekinîn jî îro pêşkêşî beşdarvanan kirin. Bi vê danezanê em bi hişmendiya ku haj bi cudahiyên xwe hene me biryardariya xwe ya ji bo xurtkirina yekîtî û bihevrebûna xwe bi awayekî eşkere nîşan da. Me bi Deklarasyona Stenbolê îlanê hemû dinyayê kir hedefa me ew e ku em hember tehdîda terorê ya her ku diçe zêde dibe, bêyî ku tu ferq û mehliyê bikin têkoşîn bidin. Ez wisa bawer dikim ku Zîrweya Îslamê ya 13emîn bi taybetî di vê pêvajoya hesas a ku em tê de ne de, ji aliyê biryarên ku hatin dayîn û helwesta ku hat nîşandan ve xwedî girîngiyekî dîrokî ye. Înşeallah em ê heyamên pêşiya me wek dewletên îslamê destê xwe bidin hev û xebatên xwe berdewam bikin."
Serokomar Erdogan wiha axivî:
"Ji bo ku pêşî li ber Îslamofobî, tundî, tedayî û neyîniyên ku li ciyê ku misilman dereke ne diqewimin bê girtin, divê dewletên Îslamê bi hev ra tevbigerin. Me ji bo ku Teşkîlata Hevkariya Îslamî ji bo komên xwe û bi rastî bibe teşkîlateke navneteweyî têkoşîn da, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta zulm hebe, kesên ku bi edaletê bawer dikin, dixwazin edaletê tesîs bikin û ji bo vê dixebitin jî wê hebin, bila ji bo vê endîşeya we tunebe. Bi Zîrweya Stenbolê va ez bawer dikim ku me ne tenê ji misilmanan ra, ji hemû dinyayê ra peyama tesîskirina edalet û aştiyê şand."
- "Divê misilman pirsgirêkên misilmanan çareser bikin"
Serokomar Erdogan got "Em çima meseleyên misilmanan hewaleyî kesên ku misilman nînin dikin? Divê misilman meseleyên xwe çareser bikin. Divê Teşkilata Hevkariya Îslamê çareser bike. Ez bi eşkereyî dibêjim, dibe ku ji ber vê hin kes niheqiyê bikin. Bala xwe bidin ser tiştên ku li dewletên Îslamê diqewimin. Dewleteke ku ber bi yekîtî, aştî, hevkarî û encamekê va diçe tuneye. Çi tê kirin hûn dizanin? Li ku neft û dewlemendî hebe, diçin serê. Ji sedî 80ê nefta li Iraqê kesên ku midaxeleyî Iraqê kirin di nav xwe da parve dikin. Ji sedî 20 ji gelê Iraqê ra maye. Gelê Iraqê nikare yê ku maye jî di nav xwe da parve bike."
- "Bîla Hîvên me yên Sor di bin banekî de bicivin"
Erdogan bi bîr xist ku zîrweya ewil a ciwaniyê ya welatên endamên THÎyê di rojên borî de li Stenbolê hat kirin û wiha axivî: "Me fikra xwe diyar kir ku dibê Hîva Sor ên li welatê me di bin banekî da bicivin û bibin saziyeke alîkariyê ya çalak. Nika di Teşkîlata Hevkariya Îslamî da 56 welat hene û Hîva Sor a hevkar tune. Li her welatî Hîva Sor an jî bi navekî din sazî hene. Ez dibêjim çima THÎ vana gişka neyne ba hev û bi hev ra nede xebatê û nexe saziyekî. Heke ev bibin saziyeke hevkar ez bawer dikim ku dema ku hewceya welatekê misliman an jî nemisliman hebe ew ê ji nika hêztir alîkariyê bide."
news_share_descriptionsubscription_contact
