İdris Sülün
20 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2021
Di Bagera Raiyê ya tesîr li ser qisma navîn û başûrê rojhilatê Filipînan kir da hejmara miriyan gihîşt 375an.
Li gor nûçeya BBCyê bagera ku hêza wê di saetekê da digîhîje 195 kîlometroyî bû sedema zirareke mezin û qûtbûna ceyranê.
Bager li herêmên navîn û başûrê rojhilatê zêde bû, herî zêde li Cebu û Boholê hejmara miriyan gihîşt 375an, 239 kes birîndar bûn û 52 kes jî winda ne.
Serokê Xaça Sor a Filipînan Rîchard Gordon daxuyandhin herêm wek ku hatine bombebarankirin xuya dikin.
Waliyê Boholê Arthur Yap daxuyandibû divê şaredar bilez alîkariya xebatên acil bikin û hewcedariya gel ya av, xwarin û xurekê peyda bikin.
Ji ber bagerê li gelek gundan dar welgeriyan, lehî çêbû, avahî û rêyan zirareke mezin dîtin.
Qasî 780 hezar kesî ji bagerê zirar dît, 300 hezar gundî jî ji bo herêmên ewletir hatin tehliyekirin.
Artêşa Filipînê ji bo ku piştgiriya xebatên lêgerîn û xilaskirinê bike esker şand herêmê.
Serokê Dewletê Rodrîgo Duterte daxuyand wê alîkariyeke 40 milyon dolarî bê kirin.
Li welêt her sal qasî 20 bager çêdibin.
Di sala 2013yan da ji ber bagera Haîyanê ji 6 hezarî zêdetir kes miribûn û zirareke mezin çêbûbû.