Li New Yorkê biryara jurî ya der barê polêsê ku xortê reşik Mîcheal Brown kuştibû û wê neyê darizandin hat protestokirin.
Çalakvan ji mal, dibistan û kargehên xwe destê wan li ser serê wan derketin û li qada Unîonê li hev civiyan. Çalakvanan got ku polês êşkenceyê li reşikên li Amerîkayê dijîn dikin û wan dikujin.
Çalakvanan diruşme berz kirin û xwestin, polêsê ku Brown kuştiye bê darizandin.
Çalakvan heta Qada Tîmêsê meşiyan û xwestin ku li ser kolana Manhattanê rê ji hatin û çûyînê re bigrin. Polês destûr neda û hin çalakvan hatin binçavkirin. Di nav wan de welatiyekî Tirkiyeyê Olcay Şaşan û rojnamevanek jî heye.