Ferizat Kaya
21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 21 Hezîran 2017
RIYAD
Li Erebistana Siûd, şûna Prensê Welîehd Mihemed bîn Naîf, kurê Qral Selman, duyemîn Prensê Welîehd Mihemed bîn Selman hat.
Li gorî biryarnameya Dîwana Qraltiyê ku di ajansa nûçe ya fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê de hat weşandin, hemû wezîfeyên welîehdê yekemîn, Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva Mihemed bîn Naîf ji destê wî hat girtin. Wezîrê Parastinê Mihemed bîn Selman bû Welîehd û Serokwezîr. Her wiha dê wezîrtiya parastinê yê Selman jî dewam bike.
Bi biryarnameyê xala 50yêmîn ya qanûna bingehîn hat guhertin û xala "Qral dê ji nav kurên Qralê damezranêr Evdilezîz bîn Evdirehman bîn Siûd bê hilbijartin" guherî û bû "Kesê ku welêt bi rê ve bive dê ji nav kur û nêviyên Qralê damezranêr Evdilezîz bîn Evdirehman bîn Siûd bê hilbijartin."
Bender bîn Faysal bîn Bender bîn Evdilezîz bû alîkarê Misteşarê îstixbaratê. Emîr Faysal bîn Sattam bîn Evdilezîz El Siûd bû Balyozê Îtalyayê. Emîr bîn Xalid bîn Bender bîn Sûltan bîn Evdilezîz jî bû Balyozê Almanyayê.
Di Wezareta Karên Navxweyî de jî wezîfe guherîn. Emîr Evdilezîz bîn Siûd bîn Naîf wek Wezîrê Karên Navxweyî hat tayînkirin. Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Evdirehman bîn Elî er-Rûbeyan ji wezîfê hat girtin û bû Endamê Dîwana Qraltiyê. Ehmed bîn Mihemed Es-Salîm bû alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî.