Mutlu Demirtaştan
31 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2023
Tîma Al Nassrê ya Erebîstana Siûdî, Cristiano Ronaldoyê gogbazê Portekîzî tevlî ekîba xwe kir.
Kûlubê daxuyanî da û ragihand ku bi Ronaldoyê xwedî statuya lîstikvanê azad e ra peyman, îmze kirin.
Di çapemeniya Erebistana Siûdî da hat gotin ku peyman heta sala 2025an wê dewam bike û salane 75 milyon ewro wek mehanî wê bidin Ronaldo. Hat gotin ku tevlî peymanên bazirganî va gogbazê xwedî tecrube salane wê bi qasî 200 milyon ewro qezenc bike.
Ronaldo di bin banê Sporting Lizbonê da dest bi fitbolê kir û di ekîbên Manchester United, Real Madrid û Juventusê da leyîst. Di sala 2021î da gogbazê Portekîzî vegeriya Manchester Unitedê lê ji ber ku bi rahêner Erîk ten Hag ra li hev nekir meha borî peymana wî hat betalkirin.
Ronaldo heta niha 5 caran xelata Goga Zêrîn (Ballon d'Or), 5 caran di Lîga Şampiyonan a UEFAyê da, 7 caran li Îngiltereyê û lîgên Spanya û Îtalyayê jî tev heta niha ji 30î zêdetir carî qupa rakiriye.
Di jiyana xwe da ji 800î zêdetir gol avêtiye û di 5 Qupaya Dinyayê da jî gol avêtiye û li rûyê dinyê niha kesekî din ê mîna wî ku di heman organîzasyonê da 5 carên ji hev cihê da gol avêtibe, tuneye.
Ronaldo bi formayê Tîma Netreweyî ya Portekîzê ra derket 196 pêşbirkan û 118 gol avêt.