Muhammet Kurşun
21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
RIYAD
Welîehd Prensê 32 salî yê Siûdiyê Mûhemmed bin Selman, li gor welîehdên din emrê wî biçûk e lê pêşî wek Welîehdê Duyem hat hilbijartin piştre jî bi guherîna dawîn bû Welîehdê Yekem. Ev bûyer wek "gaveke çavnêrîkirî" tê nirxandin.
Mûhemmed bin Selman, serê sibehê bi biryarnameya Qraliyetê li şûna Prens Mûhemmed bin Nayif wek Prensê Welîehd û Cîgirê Serokê Lijneya Wezîran hat tayînkirin.
Eger welîehdê genc piştî bavê xwe li ser text rûnê, dê qraliyet cara yekem derbasî nesla 3emîn yanî neviyan bibe ku ji Ebdulezîz bin Siûd vir ve derbasî birayan dibû.
Piştî tayînkirinê Bin Selman di navbera zarok û neviyên damezrênerê welat Qral Ebdulezîz de kesê di qedemeyên dewletê de bû xwedî taybetmendiya "kesê herî zû bilind bûye" . Bin Selman 24 meh berê wek Prensê Welî Ehd, 29 meh berê jî wek Wezîrê Berevaniyê hatibû tayînkirin.
Bin Selman ji 23ê Kanûna Paşîn a 2015an ku bavê wî Qral Selman dest bi kar kir û heta niha şerê Yemenê û vizyona 2030î ku dahateke ji derveyî petrolê dike armanc birêve dibe. Ji xeynî van gelek projeyen dimeşîne û loma jî wezîfeya wî ya nû dihate çavnêrîkirin.
- Kurtejiyana Bin Selman
Kurê 6emîn ê Qral Selman e û 31ê Tebaxa 1985an li Riyadê hatiye dinyayê. Perwerdeya xwe li mektebê Riyadê wergirt. Lîse bi serkeftinê temam kir û ket nava rêza 10 kesan. Zanîngeh jî li Fakulteya Zanistên Siyasî û Qanûnê li Zanîngeha Qraş Siûd bi dereceyê temam kir.
Bin Selman piştî qedandina zanîngehê karên ticarî kir û di navbera salên 2007 û 2013an de li Lijneya Wezîran wek şêwirmend xebitî. Sala 2009an ji xeynî wezîfeya xwe ya li Lijneya wezîran bû şêwirmendê taybet ê Emîrê Riyadê.
Piştî ku bavê wî Selman bin Ebdulezîz Hezîrana 2012an wek welîehd hat hilbijartin bû şêwirmendê bavê xwe û karê qelemdariyê meşand. Di Adara 2013an de bi biryarnameya qraliyetê tayîna wî ya di asta "Wezîr" de hat kirin û bû şêwirmendê resmî yê bavê xwe û wek midûrê ofîsa wî hat wezîfedarkirin. Di heman tarîxê de wek Midûrê Ofîsa Wezîrê Berevaniyê jî xebitî.
Bin Selman sala 2014an bi biryarnameya Qraliyetê bû Endamê Lijneya Wezîran û Wezîrê Dewletê.
Wezîrê Berevaniyê yê "Herî Genc"
Hemleya Bin Selman a herî muhîm piştî qraltiya bavê wî dest pê kir. Di heman rojê de bû Wezîrê Berevaniyê. Ji sala 1962an ve wek neviyê yekem ê Qral Ebdulezîz ku bû Wezîrê Berevaniyê derket pêş. Di eynî rojê de jî bû Serokê Dîwana Qraliyetê û şêwirmendê taybet ê Qral Selman.
Bin Selman operasyona Yemenê bi rê ve dibe ku 26ê Adara 2015an dest pê kiribû û 10 welat tê de beşdariyê dikin.