27 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan wê di 29-30ê berfanbarê da serdana Erebistana Siûdîbike.
Li gorî daxuyaniya Serokomariyê, Selman bin Evdilezîzê Qralê Erebistana Siûdî Erdogan fermî vexwendiye welatê xwe û wê serdan 2 rojan bidome.
Serokomar Erdogan di çarçoveya serdanê da, wê digel Qral Selman bicive û wê têkiliyên curbicur li dar bixe. Di hevdîtinan da, tevî hevdîtinên dualî, wê mijarên herêmî bên gotûbêjkirin.