Nihat Kavşut
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
MEZARÊ ŞERÎF
Li Derzaba navçeya Cuzcana wilayeta li bakurê Efxanistanê endamên DEAŞê êrîşî qereqola polêsan kirin û di pevçûnê da leşkerek û sivîlek hat kuştin.
Mihemed Reza Xefûriyê Berdevkê Walîtiya Cuzcanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir endamên DEAŞê li Batuya herêma Derzabê êrîşî qereqola polêsan kirin û pevçûn derket.
Xefûrî diyar kir di pevçûnê da 2 endamên DEAŞê hatin kuştin û got ku wek mayîn di pevçûnê da leşkerek û sivîlek hat kuştin.
Xefûrî destnîşan kir ji ber pevçûnê 2 sivîl jî birîndar bûn.