Fatih Gazioğlu
24 Tebax 2019•Rojanekirin: 25 Tebax 2019
Milîtanên Talibanê li wilayeta Nangarhara ku dikeve rojhilatê Efxanistanê êrîş bi ser qereqoleke polêsan. Di êrîşê da 3 polês hatin kuştin û 2 polês jî birîndar bûn.
Berdevkê Walîtiya Nangarharê Ataullah Hogyanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku êrîş li navçeya Hogyaniyê dijî Xaziya Qereqola Polêsan hat kirin. Hogyanî got ku di êrîşê da 3 polês hatin kuştin û 2 polês jî birîndar bûn.
Hogyanî diyar kir ku di êrîşê da wan jî 5 milîtanên Talibanê kuştin û 8 jî birîndar kirin.
Talibanê der barê mijarê da hê tu daxuyanî nedaye.