Li Efxanistanê êrîşa bibombe: 11 kuştî
Li wilayeta Nangarharê ku dikeve rojahilata Efxanistanê bombeya ku danîbûn kêleka rê hat teqandin û 11 sivîl hatin kuştin
Afghanistan
KABUL
Li wilayeta Nangarharê ku dikeve rojahilata Efxanistanê bombeya ku danîbûn kêleka rê hat teqandin û 11 sivîl hatin kuştin.
Berdevkê Walîtiya Nangarharê Ataullah Hogyanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Maklaniya herêma Nangarharê bombeya ku li kêleka rê hat bicihkirin, dema ku wesayîta sivîlan ji herêmê ra derbas bû, teqiya.
Hogyanî diyar kir ku di teqînê da 11 sivîl hatin kuştin û got ku sivîl dema ku bi wesayîtê ji herêma Dereya Momandê diçûn Celalabadê wê demê teqîn çêbû.
Hê kesî berpirsiyariya êrîşê hilnedaye ser xwe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.