İbrahim Atmaca
21 Tebax 2019•Rojanekirin: 22 Tebax 2019
Hat ragihandin ku milîtanên Talibanê li Kabula paytextê Efxanistanê, li navçeya Şekerdereyê agir berda lîseyeke qîzan.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Nasrat Rehîmî daxuyanî da û got ku milîtanan li Şekerdereyê agir berda Lîseya Qîzan a Bûye Zarê.
Rehîmî got ku dibistan hemû şewitî û êdî nema tê bikaranîn.
Berdevkê Wezareta Perwerdeyê Nûriye Nuzhetê jî got ku 70 xwendekarî di lîseya qîzan da dixwend, ji ber ku dibistan şewitî perwerde sekinî.
Nuzhetê destnîşan kir ku berê jî rêxistinên terorê bi vî rengî êrîşî dibistanên qîzan kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Talibanê hat dayîn, hat îdiakirin ku milîtanan agir bernedaye lîseya qîzan.