Önder Beyter
20 Mijdar 2019•Rojanekirin: 20 Mijdar 2019
Hat ragihandin ku li Efxanistanê helîkoptereke yekîneyên Amerîkayê ku di bin sîwana NATOyê da peywirê dike, ket xwarê û di encamê da 2 eskerên Amerîkayê mirin.
Di daxuyaniya Hêzên NATOyê li Efxanistanê da hat ragihandin ku di qezaya helîkopterê da 2 eskerên Amerîkayê mirin.
Herwiha hat destnîşankirin ku sedema qezayê tê lêkolînkirin û herwiha li gorî lêkolînên destpêkê, qeza ne ji ber guleyên dijmin qewimî.
Ew zanyarî nehatin parvekirin ka qeza li kuderê çêbû û yên canê xwe dan kê ne.
Di daxuyaniya Talibanê da jî hat îdiakirin ku helîkoptera Amerîkayê li parêzgeha Logarê li navçeya Çarhê bi destê milîtanan hat xistin.